Berdevkê CNK’ê Jiyan Tîmûrtaş serbest hate berdan

Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê CNKê Jiyan Tîmûrtaş
Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê CNKê Jiyan Tîmûrtaş

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurd )CNK( Jîyan Tîmûrtaş ku di 21’ê Cotmehê de hatibû binçavkirin, îro 24’ê Cotmehê bi şerta kontrola dadî serbest hat berdan. Berdevkê CNKê bi hinceta endamtiya rêxistina neyasayî hatibû binçavkirin.

Jîyan Tîmûrtaş berê ji ber çalakiyên CNKê ku li cihên cuda Ala Kurdistanê hildabûn, hatibû binçavkirin û berdan û vê carê jî beriya serdana Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a ji bo Diyarbekirê, Tîmurtaş  ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve hatibû binçavkirin û piştî 4 rojan desterkirî ma, îro serbest hat berdan.

Tîmûrtaş ji Kurdistan24 re ragihand, di bin çav de, lêpirsîn li ser çalakiyên wan yên neteweyî hatiye kirin.