Bi amadebûna Mesrûr Barzanî merasîma vekirina parzûngeha Lanazê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîma vekirina parzûngeha Lanazê birêve diçe.

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê merasîma vekirina parzûngeha Lanazê birêve diçe.

Parzûngeha Lanaz yek ji mezintirîn parzûngehên Herêma Kurdistanê ye, di sala 2008an de hatiye damezrandin û karîna wê ya rojane ya parzûnkirina 100 hezar bermîl petrola xav  heye.

Berhemên parzûngeha Lanazê ev in: Nefta sipî, benzîn, mazot, nefta giran û nefta sivik.