Heşt sal di ser şandina Pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanê re derbas bûn

Li ser daxwaza Serok Barzanî, hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê bo bajarê Kobanê hatin şandin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Heşt sal berî niha, rûberekî berfireh ê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ketibû destê DAIŞê û bi hezaran kes di encama wî şerî de aware bûn. Wê demê li ser daxwaza Serok Barzanî, hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê bo bajarê Kobanê hatin şandin û bi hevkariya ligel Hevpeymanan, bajarê Kobanê rizgar kirin.

Piştî 134 rojan ji berxwedana şervanan li hember çekdarên DAIŞê, roj bi roj dorpêça li ser şervanan zêdetir dibû, nêzîkî 80 ji sedî ji bajarê Kobanê ket destê teroristên DAIŞê û hezaran jî xelk koçber bû. Wê demê li ser dawaza Serokê Barzanî, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo Kobanê hatin şandin û bi hevkariya Hevpeymanan, şer di berjewediya Kurdên Rojavayê Kurdistanê yekalî bû û tevahiya bajêr hat rizgar bû.

Roja 22yê Cotmeha 2014an, Parlamentoya Kurdistanê li ser daxwaza Serok Barzanî, ji bo gotûbêjkirina rewşa Kobanê civiya. Di civînê de, Parlamantoya Kurdistanê bi yekdengî daxwaza Serok Barzanî ya ji bo şandina Pêşmergeyan bo Kobanî û alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî pesend kir.

Roja 28ê Cotmeha 2014an, yekem karwana hêza Pêşmerge ku hejmara wan 150 Pêşmerge bû, bi çekên sivik û giran bi 40 otomobîlên leşkerî ber bi Kobanê ve bi rê ket û bi dirêjahiya rê ji Başûr, Bakur û heta gihîştina Rojavayê Kurdistanê, welatiyên Kurd bi ala Kurdistanê, sirûda niştimanî, çepik û tilîliyan pêşwazî li hêza Pêşmerge kirin, ji ber ku bi nêrîna Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê, şandina hêza Pêşmerge bo Kobanê, bûyereke dîrokî bû.

Herwiha şandina hêza Pêşmerge bo Kobanê, karvedaneke navdewletî jî li pey xwe anî û beşeke mezin a medyaya cîhanê rûmala çûna Pêşmergeyan di nava xaka Bakurê Kurdistanê re bo Rojavayê Kurdistanê kirin.

Bi gihîştina hêza Pêşmerge re, balansa şer hat guhartin û di demekê de ku tenê ji sedî 20 ji Kobanê di destê şervanan de mabû, Pêşmerge û şervanan mil bi mil hev girtin û rûbirûbûyî DAIŞê bûn. Girê Kaniya Kurdan û taxa Meştel ku dawî xala rojhilatê bajêr bû, ji destê çekdarên DAIŞê derxistin û piştre navenda bajêr jî bi temamî ji DAIŞê pak bikin û Kobanê ji metirsiya ketinê rizgar kirin.