Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Îşev ligel Mistefa Kazimî axivîm

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, îşev ligel Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî axiviye û ji ber xizmetkirina welat spasiya wî kiriye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, îşev ligel Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî axiviye û ji ber xizmetkirina niştiman spasiya wî kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îşev ez ligel hevalê xwe, Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî axivîm û ji ber serkirdatî û xizmetkirina wî ya ji bo niştiman, min spasiya wî kir.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Tevî hemû astengiyan, di demekê de ku metirsî li ser jiyana wî hebû, ew (Mistefa Kazimî) li ser rêya xwe ma.”

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê ji bo Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî xwest.

Roja Pêncşemê 27ê Cotmeha 2022yan, bi amadebûna 253 parlamenteran, Parlamentoya Iraqê baweriya destbikarkirinê da 21 wezaretên kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî û du postên wezarî jî, bo rûniştinên bê yên parlamentoyê hatin paşxistin.

Ev piştî wê yekê hat ku roja 13ê Cotmeha 2022yan, ji aliyê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ve Mihemed Şiya Sûdanî wek namzedê aliyên Çarçoveya Hevahengiyê ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat erkdarkirin.