5 kes ji ber beşdarbûna di xwepêşandanên Îranê de tên dadgehkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilata Dadwerî ya Îranê, 5 kesan bi tometa beşdarbûna di xwepêşandanên li dijî kuştina Jîna Emînî dadgeh dike ku dibe cezayê wan bigihe darvekirinê.

Li gor nûçeya malpera “Mîzan Online” a ser bi Desthilata Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, îro Şemiyê 29ê Cotmeha 2022an, yekem rûniştina dadgehkirina 5 welatiyên Îranê hat lidarxistin ku bi beşdarbûna di xwepêşandanên de tên tawanbarkirin.

Di nav wan tohmetbaran de, Mihemed Qebadlo bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku êrişî otomobîleke polîsên Îranê kiriye û di encamê de polîsek hatiye kuştin û 4 polîs jî birîndar bûne.

tometbarekî din ê bi navê Seîd Şîrazî jî bi tometa handan xelkê bo pêkanîna tawanan tê dadgehkirin. Her wiha Saman Seîdî, Mihemed Berxûnî û Muhsên Rezazade jî bi tometa dizî û talankirinê tên dadgehîkirin.

Li gorî zanyariyên ajansa “AFP”, nêzîkî hezar kesî li seranserê Komara Îslamî ya Îranê ji ber beşdarbûna wan di xwepêşandanan de tên dadgehkirin.

Piştî kuştina keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emîn roja 16ê meha borî li Tehranê ku malbata wê dêbêje ew ji ber eşkencedana ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye kuştin, gelek karvedanên li ser asta navxwe û navdewletî li piştî xwe anîn û xwepêşandanan li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin.