PSK kongreya xwe ya 3emîn li dar dixe

Tê pêşbînîkirin ku Bayram Bozyel bibe serokê nû yê PSKê

Diyarbekir (K24) – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li Diyarbekirê kongreya xwe 3. li dar dixe. Tê pêşbînîkirin ku Bayram Bozyel bibe serokê nû yê PSKê.

Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) kongreya xwe ya sêyem li Diyarbekirê li dar dixe. Di kongreya sêyem de Mesût Tek ku ji destpêka PSKê ve ango ji sala 2016an ve serokê partiye ye nabe namzedê serokatiya PSKê.

Di kongreyê de namzedekî tenê heye, ew jî Bayram Bozyel e ku cîgirê Mesût Tek bû û yek ji damezrênerên partiyê ye.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di Gulana 2016an de bi awayekî fermî hatiye damezirandin, lê ji ber ku di navê wê de peyva Kurdistanê heye, rastî astengiyan hat.

Pêşî Serdozgeriya Komarî ji ber ku di navê wê de Kurdistan heye û rêziknameya wê de tê gotin “Mafê Destnîşankirina Çarenivîsa Kurdan Heye” hişyarî da PSKê.

Di sala 2019an de jî bi heman sedeman Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind li Dadgeha Makezagonê doza girtinê li PSKê vekir.

Ji ber ku di navê wê de Kurdistan derbas dibe li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê yên wek Izmîr û manîsayê rastî êrîşan hatibû.