Pispor: Vegera Rûsya li ser peymana dexlûdanê pêkan e

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Piştî vekişîna Rûsyayê ji peymana dexlûdanê, li tevahiya cîhanê bihayên dexlûdanê bilind bûn û metirsiya qeyrana bihaya xwarinan dîsa derkete holê. Li gorî şarezayan qanîhkirina Rûsyayê bo vegerîna li ser peymana dexlûdanê, tenê bi rêya destûrdana hinartina dexlûdana ji Rûsyayê jî pêkan e.

Vekişîna Rûsyayê ji peymana hinartina dexlûdana Ukraynayê bi avayekî demildest bilindbûna bihayan di asta cîhanî de bi xwe re anî. Tirkiye dibêje ew bo çareserkirina kêşeyê hevdîtinan didomînin. NY jî ragihand ku wan bo şandina hejmarek keştiyên din yên dexlûdanê bi endamên peymanê re lihev kiriye.

Rûsya êrîşa liser keştiyên xwe li devera Sevastopolê wek sedema qerisandina peymanê nîşan da. Lê tê zanîn ku Moskow dixwaze hinartina dexlûdan û peyîna Rûsyayê jî, bo bazarên cîhanî berdewam be. Heta ji bo vê yekê di navbera Rûsya û NY de peymanek hatibû îmzekirin, balam nehat cîbicîkirin. Li gorî şarezayan sedema sereke ya vekişîna Rûsya ji peymanê, ev e. 

Çavdêrê Siyasî Prof. Hasan Oktay ji K24ê re got: “Dewletên Rojavayî hinartina dexlûdanê ji Rûsyayê weke binpêkirina gemaroyên li ser Rûsyayê dibînin. Lê beriya peymana hinartina dexlûdana ji Ukrayna wan digot, dê li welatên Afrîkayî xela rabe. Heger nigeraniyek wiha hebe hewce ye pêşî li hinartina dexlûdana ji Rûsyayê negirin.”

Rûsya ligel vekişîna ji peymanê, îdia kir ku destwerdanên Brîtanya bo liser peymana dexlûdanê hene. Beşek ji şarezayan jî, ji aliyê ewlehiyê ve ev îdiaya Rûsyayê balkêş dibînin.

Şarezayê Pêwendiyên Navdewletî Mesut Karakose dibêje: “Heger peymana dexlûdanê neba, NATOyê dişiya qeyrana dexlûdanê wek hincetekê nîşan bide û derbasî Behra Reş bibe. Betalbûna ev peymanê bo Rûsyayê jî ji aliyê ewlehiyê ve baş nîne. Lewma bi ya min vegerîna wan liser peymanê bo wan jî baş e.”

Heger Rûsyayê peyman neqerisandiba piştî 20 rojan maweya peymana hinartina dexlûdana Ûkraynayê bidawî dibû, û çaverê nedihat kirin jî ku Rûsya peymanê nû bike. 

Di warê ewlehiya Behra Reş de peymana dexlûdanê bo Tirkiyê jî girîng e. Her wiha navbeykariya di navbera Rûsya û Ukraynayê de û sivikkirina bandorên qeyrana dexlûdanê jî bo Tirkiyê wek rolên sûdmend tên dîtin. Çaverê tê kirin Serokkomarê Tirkiyê liser ji nû ve sazkirina peymana dexlûdanê di demek nêz da ligel serokên Rûsya û Ukraynayê re bicive.