Li Şirnexê ji bo 5 rojan her cure çalakî hat qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeriya Şirnexê ragihand ku ji 2ê Mijdarê pê de, ji bo 5 rojan biryara qedexeya çalakiyan hatiye wergirtin. Qedexe rastî demekê tê ku HDP biryar dabû li Silopî bi îddaya bikaranîna çeken kîmyewî meşekê li dar bixe.

Ji malpera Fermî ya Parêzgeriya Şirnexê hat ragihandin, ji 2ê Mijdarê heta 6ê mijdarê bo 5 rojan biryara qedexeya çalakiyan hatiye wergirtin.

Di daxuyaniya malperê de tê gotin ku ji bilî çalakiyên b destûra parêzgeriyê hemû cure çalaki yên wek meş, xwepêşandan, civîn, belavkirina belavokan hatine qedexekirin.

Ev biryara Parêzgeriya Şirnexê rastî demekê tê ku HDPê û hevgirtiyên wê jî ragihandibûn dê di 6ê Mijdarê de li Silopî bi îddaya bikaranîna çeken kîmyewî meşekê li dar bixin.