Tirkiye baregehên PKKê yên li herêma Biradostê bombebaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên PKKê yên li herêma Biradostê ya li nahiya Sîdekanê bombebaran kirin.

Peyamêrê K24ê da zanîn, îro firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li çiyayê Bolê yê herêma bombebaran kirin.

Jîderekî ji peyamnêrê me re eşkere kir, firokeyên şer 4 caran li pey hev ew dever bombebaran kirin.

Got jî: Heta niha ziyanên bombebarana Tirkîyê li ser baregehên PKKê ne diyar in, ji ber ku ti kes nikare niha bigihe wê herêmê.

Nahiya Sîdekan ser bi qezaya Soranê ve ye û 144 kîlometroyan dikeve bakurê rojhilatê Hewlêrê, ji ber ku hevsînorê Îran û Tirkiyê ye, ew navçe gelek caran ji aliyê Îran û Tirkiyê ve bi bihaneya hebûna PKKê û partiyên din Rojhilatê Kurdistanê, tê bombebarankirin û di encamê de welatî dibin qurbanî û ziyanên mezin digihe sektora çandiniyê li herêmê.