Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata hunermend Mamoste Bakûrî kir
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Mamoste Bakûrî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata hunermendê rehmetî û hunermendên Kurdistanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Bi xemgîniyeke mezin ve, min nûçeya koça dawî ya hunermendê navdar ê Kurdistanê Mamoste Bakûrî bihîst.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Roleke wî ya diyar di pêşvebirina awaz û muzîka Kurdî de hebû û xizmeteke mezin a hunera resen a Kurdî kiriye.”
Herwiha got: “Ez sersaxiyê li malbata cenabê wî û hunermendên Kurdistanê dikim. Xwedayê dilovan, giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û dilniyayî bibexşîne her kesî.”