CHP lezê dide xebatên hilbijartinan

CHPê biryar daye ku li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê mal bi mal bigerin û guhdariya pirsgirêkên welatiyan bikin û di vê derbarê de bo navenda giştî raporekê amade bikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di pêvajoya hilbijartinên Hezîrana 2023an de rêxistinên Partiya Komarî ya Gel (CHP) lezê dide xebatan. CHPê biryar daye ku li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê mal bi mal bigerin û guhdariya pirsgirêkên welatiyan bikin û di vê derbarê de bo navenda giştî raporekê amade bikin. Rayedarên CHPê dibêjin; ji bo çareserkirina pirsgirêkên abûrî û demokrasiyê ew daxwaza zêdetir dengan dikin.

Ji bo hilbijartinên 2023an, wekî hemî partiyan, CHPê jî lez daye kar û xebatan. Di vê çarçoveyê de berpirsên xebatên qadê serdana Diyarbekirê kirin. Li gorî rayedarên CHPê sedema kûrbûna pirsgirêkên abûrî û demokrasiyê deshilat e. Rayedarên CHPê dibêjin, ew ê Tirkiyê ji nû ve ava bikin û hemû pirsgirêkan bi rê û rêbazên demokratîk çareser bikin.

Endamê Encûmena CHPê Devrîm Bariş Çelîk diyar kir: “Em ê pêşiyê li navenda bajêr bigerin, dûv re jî em ê serdana navçe û gundan bikin. Em dixwazin bi hemû welatiyan re hevdîtinan bikin. Em ê ji gilî û têbiniyên welatiyan raporekê amade bikin û ji navenda giştî re rêkin, da ku ew jî polîtîkayên çareseriyê amade bikin.”

Rêxistinên CHPê ciwanên xwe di mijara serlêdanên welatiyan de perwerde dikin û wan dişînin qadê. Ciwanên CHPê guhdariya pirsgirêkên welatiyan dikin, têbiniyên welatiyan tomar dikin û ji welatiyan re dibêjin; ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê ew jî dengên xwe bidin wan. Li gorî rayedarên CHPê welatî ji pirsgirêkan bêzar bûne û li riyeke çareseriyê digerin.

Serokê Rêxistina CHPê ya Diyarbekirê Abdullah Atîk ji K24ê re diyar kir: “Em ê ewil partiya xwe bidin naskirin, heta îro partiya me li vê herêma me gelek xebat nekirine. Ji bo meseleya demokrasiyê jî em dibêjin; em ê xweşiyê, aşitiyê, biratiyê, aramiyê bînin. Em ê bi Kurd, Tirk, Ereb û Lazan re û hema bi hemû Rojhilata Navîn û cîhanê re di nava aşitiyê de bijîn.”

Rayedarên CHPê radigihînin ku heta hilbijartinên Hezîrana 2023an dê rêxistinên wan bi şev û roj xebatên xwe birêve bibin.

Rêxistina CHPê ya ciwanan dest bi xebateke nû kirine. Di vê pêvajoya hilbijartinê de ew dibêjin; ew dê li nava bajarê Diyarbekir û hemû bajarên Bakur bigerin û dê guhdariya pirsgirêkên wan bikin û dê bibêjin; dema ku CHP bibe desthilatdar ev hemû pirsgirêkên ku hatine detnîşankirin dê hemû jî bêne çareserkirin.