Rêbaz Hemlan: Kongreya 14emîn garantiya serkeftina PDKê ji bo niha û paşerojê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Kongreya 14ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ragihand, kongreya 14emîn garantiya serkeftina PDKê ji bo niha û paşerojê ye.

Îro 3ê Mijdara 2022an bi serperiştiya Serok Mesûd 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Duhokê dest pê kir.

Derbarê vê mijarê de, Rêbaz Hemlan ji K24ê re got: “Di vê kongreyê de em hewl didin hemû saziyên PDKê ji aliyê darayî û medyayî ve ji nû ve birêk bixin.”

Diyar kir jî, ew hewl didin siyaseta PDKê ya li hember partiyên Kurdistanê û siyaseta PDKê li hember Iraq û welatên cîran û dîplomasiyê ji nû ve birêk bixin.

Rêbaz Hamlan got, kongreya 14emîn dê kongreyeke cuda be û serkeftina PDKê niha û pêşerojê misoger bike.

Endamê kongireya 14emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PDK) di wê baweriyê de ye ku ev kongre dê bibe deriyekî vekirî ji bo hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê û peyamê wê yekê dide ku PDK ya hemû gelê Kurd û hemû navçeyên Kurdistanê ye.