Mistefa Kazimî pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî dike

Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî îro Pêncşemê 3yê Mijdarê, di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî îro Pêncşemê 3yê Mijdarê, di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir.

Di pêwendiya telefonî de Mistefa Kazimî bi boneya destpêkirina karên Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û destnîşankirina Mesrûr Barzanî wek Cîgirê Serokê PDKê pîrozbahî lê kir.

Mistefa Kazimî hêviya serkeftinê ji bo kongre û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwest.

Mesrûr Barzanî spasî û pêzanînên xwe û yên PDKê ji bo pîrozbahiya Serokwezîrê berê yê Iraqê nîşan da.