Li Diyarbekirê nobeda aştiyê hat lidarxistin

Li Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir nobeda duyem a aştiyê pêk hat.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir nobeda duyem a aştiyê pêk hat. Nobeda yekem di meha Cotmehê de pêk hatibû û her meh di roja îna yekem de nobed didome. Di nobeda duyem de bal hate kêşan ku herî zêde zarok û jin ji şerê ku nêzî 50 sal e didome de bandora xirab dîtine.

Bi beşdariya endamên sazî û rêxistinên sivîl li Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir nobeda aştiyê hat girtin. Di çalakiyê de pêşî daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn û paşê jî beşdarên çalakiyê li komeleyê runiştin û nobed girtin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir Ezgî Sila Demîr ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku nêzî 50 sal in şerek didome û di vî şerî de yên herî gelek zirar dîtîn zarok û jin in ku Di şerê DAIŞê de jî û di şerê Tirkiyeyê de jî yê ev yek hatiye dîtin ku di salên 90î de bi valakirina gundan gelek kes neçar man ku koç bikin. Di wê koçê de jî bi awayeke yekser û neyekser zarok û jinan zirarê mezi dîtin.

Bal hate kêşan ku di meha mijdarê de rojên mafên zarokan û pêşilêgirtina tundiya ser jinê hene ku divê di vî warî de raya giştî û civata navneteweyî hestiyar bin.

Herwiha bang hate kirin ku aştî bi daxwaza civakî pêkan e û ji bo kesên ku mexdûrê şer in jî daxwaza sereke ye û ji bo cîbicîkirina aştî û dadweriyê bangî hemû aliyan hat kirin.