Siyasetmedar û partiyên Bakurê Kurdistanê Kongreya PDKê ji nêz ve dişopînin

Siyasetmedar û rêveberên rêxistinên sivîl ên Bakurê Kurdistanê jî 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji nêz ve dişopînin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Siyasetmedar û rêveberên rêxistinên sivîl ên Bakurê Kurdistanê jî 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji nêz ve dişopînin. Siyasetmedar û nûnerên saziyên kurd ên Bakurê Kurdistanê dibêjin; PDK partiyeke neteweyî ye û ji bo çareserkirina pirsa kurd di asta navxweyî û navdewletî de xwedî roleke girîng e.

Raya giştî ya Bakurê Kurdistanê 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji nêz ve dişopîne. Siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û nûnerên saziyên civaka sivîl peyamên pîrozbahiyê li kongreya PDKê dikin û piştgiriya xwe radigihînin. Siyasetmedarên kurd ên Bakurê Kurdistanê dibêjin; ji bo ku pirsgirêka kurd li Tirkiye û Bakur bi rê û rêbazên aşitiyane were çareserkirin Serok Barzanî xwedî roleke girîng e û di vê heyama nû de hêviya wan ji Serok Barzanî heye.

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel ji K24ê re diyar kir: “PDK ne tenê partiyek e; PDK di heman demê de partiyeke Kurdistana mezin e û hemû biryarên wê rasterast bandorê li siyaseta tevgera azadiya Kurd dike. Qedera çar parçeyên Kurdistanê ji berê zêdetir bi hevre girêdayî ye. Gaveke erênî ya li parçeyekê Kurdistanê bandorê li hemû parçeyên din jî dike.”

Rêveberên partî, rêxistin û kesayetên kurd û Kurdistanî yên Bakur dibêjin; ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, parastina destkeftinên kurdan, pêşvebirina civakê rola rêbaza Barzanî her girîng bû. Rêveberên saziyên civaka sivîl amaje dikin ku; ji 2015an ve li Bakur pirsgirêka kurd kûrtir bûye û daxwaz dikin ku ji bo çareseriyê Serok Barzanî wekî berê dîsa destpêşxeriyekê bike.

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî diyar kir: “Partiya Demokrat a Kurdistanê di sala 1946an de hat damezrandin, ji wê rojê heta niha rolekî kurdî û kurdistanî lehîstine. Ne tenê li ser Başûrê Kurdistanê; bandora wê li ser hemû beşên din ên Kurdistanê, diaspora û seranserê cîhanê dibe. Heta niha ev rola xwe baş bicihanîne. Ez Serok Mesûd Barzanî pîroz dikim.”

Siyasetmedar û nûnerên saziyên civaka sivîl yên Bakurê Kurdistanê tînin zimên ku, meseleya kurd bûye meseleya Kurdistanê û biryarên Kongreya PDK’ê dê rasterast bandorên erênî li çareserkirina meseleya Kurdistanê jî bike.