“Mîrê Badûşê” li Neynewayê hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlekariya Iraqê îro Şemiyê ragihand, serkirdeyekî DAIŞê û 2 alîkarên wî li parêzgeha Nînewayê hatin kuştin.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên ewlehiyê li parêzgeha Neynewayê bi ser tuneleke 15 metreyî de girtin û şer û pevçûn bi çekdarên DAIŞê re di hundirê tunêlê de derket.
Diyar kir jî, di encamê de “Mîrê Badûş” û 2 çekdarên din hatin kuştin.
Badûş navçeyeke ser bi Tileferê li bakurê rojavayê Mûsilê dikeve.
Di daxuyaniyê de hat gotin, hêzên ewlehiyê kemberên teqîner û çekên sivik di hundirê tunêlê de dîtin.
Di sala 2017an de, Iraqê serkeftina li dijî DAIŞê ragihand, lê rêxistin berdewam e ji bo destpêkirina êrîşên sporadîk ji deverên dûr ên derdora bajaran.