Qasim El-Eracî pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Eracî pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir bi boneya destnîşankirina wî wek Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, peyameke pîrozbayî ji Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Eracî wergirt. Eracî peyama xwe de hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re xwast.
Ev peyam bi boneya serkeftina kongreya 14ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û destnîşankirina Mesrûr Barzanî wek cîgirê serokê wê partiyê bû.
Li hemberê de jî Mesrûr Barzanî spasiya pîrozbahiyên Qasim El-Eracî kir.
Roja 3ê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Duhokê bi beşdariya zêdetir ji 1000 endamî dest pê kir.
Di yekemîn roja kongreyê de Serok Mesûd Barzanî careke din weke Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin.
Her wiha di kongreya 14ê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî wek cîgirên serokên Partiya Demokrata Kurdistanê hatin hilbijartin.
Roja Înê 4ê Mijdarê, di duyemîn roja kongreya 14emîn a PDKê de, peyrewa navxwe, bernameya siyasî ya PDKê hat pesendkirin ku tê de çendîn guhertin di organên partiyê de cih digirin.
Her wiha di roja duyemîn a kongreyê de 76 kes ji ber rol û têkoşîna wan ve ji aliyê Serok Barzanî ve bi Madalyaya Barzanî hatin xelatkirin.
Îro jî di roja sêyem a kongreyê de, bi beşdariya 1056 endamên kongreyê, proseya dengdanê ji bo hilbijartina Komîteya Navendî ya PDKê hat kirin û 129 namzed li ser 41 kursiyan ketin hevrikiyê.