Serokê Parlamentoya Iraqê pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir, bi boneya destnîşankirina wî wek Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

Di peywendiya telefonî de, Helbûsî bi boneya serkeftina kongreya 14ê ya PDKê û destnîşankirina Mesrûr Barzanî wek Cîgirê Serokê PDKê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û hêviya serkeftinê ji PDKê re xwast.

Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî spasî û pêzanînên xwe ji bo telefona Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û pîrozkirina wî nîşan da.

Roja 3ê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Duhokê bi beşdariya zêdetir ji 1000 endamî dest pê kir.

Di yekemîn roja kongreyê de Serok Mesûd Barzanî careke din weke Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin.

Her wiha di kongreya 14ê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî wek cîgirên serokên Partiya Demokrata Kurdistanê hatin hilbijartin.

Roja Înê 4ê Mijdarê, di duyemîn roja kongreya 14emîn a PDKê de, peyrewa navxwe, bernameya siyasî ya PDKê hat pesendkirin ku tê de çendîn guhertin di organên partiyê de cih digirin.

Her wiha di roja duyemîn a kongreyê de 76 kes ji ber rol û têkoşîna wan ve ji aliyê Serok Barzanî ve bi Madalyaya Barzanî hatin xelatkirin.

Îro jî di roja sêyem a kongreyê de, bi beşdariya 1056 endamên kongreyê, proseya dengdanê ji bo hilbijartina Komîteya Navendî ya PDKê hat kirin û 129 namzed li ser 41 kursiyan ketin hevrikiyê.