Encamên hilbijartinên Komîteya Navendî ya PDK'ê hatin pesendkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîta Dadweran a 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) encamên hilbijartina endamên Komîteya Navendî ya PDKê pesend kirin û navên endaman ji aliyê Komisyona Hilbijartinan a PDKê ve hatin ragihandin.
Roja 3ê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Duhokê bi beşdariya zêdetir ji 1000 endamî dest pê kir û îro jî bi merasîmekê ku tê de encamên hilbijartina endamên Komîta Navendî û gotarekê ji aliyê Serok Barzanî ve bi dawî bû.
Di kongreyê de 10 endamên Komîta Navendî ya PDKê bi awayekî rasterast ji aliyê kongreyê ve hatibûn destnîşankirin, ew jî ev in: Fazil Mîranî, Mehmûd Mihemed, Ezedîn Berwarî, Ebdulmuheymin Barzanî, Azad Berwarî, Kemal Kerkûkî, Hoşyar Zêbarî, Fuad Husên, Zeîm Elî û Arif Teyfûr.
Duhî di roja sêyem a Kongreya 14emîn a PDKê de, bi beşdariya 1056 endamên kongreyê, proseya dengdanê ji bo hilbijartina Komîteya Navendî ya PDKê hat kirin û 129 namzedan li ser wergirtina 41 kursiyan ketin hevrikiyê.
Îro Yekşemê 6ê Mijdara 2022an di merasîma bidawîhatina 14emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, Komîta Dadweran encamên hilbijartina endamên Komîteya Navendî ya PDKê pesend kirin û navên endaman ji aliyê Komisyona Hilbijartinan a PDKê ve hatin ragihandin.
Navên namzedên ku di hilbijartina Komîteya Navendî de bi ser ketine:
1. Sîdad Barzanî
2. Rêbar Ehmed
3. Îsmaîl Haçik
4. Omîd Xoşnaw
5. Elî Ewnî
6. Eşwaq Caf
7. Serbast Lezgîn
8. Elî Husên
9. Aras Heso Mîrxan
10. Emîna Zekrî
11. Dilşad Şihab
12. Segvan Halo
13. Muhsin Kemal Gerdî
14. Sîrwan Barzanî
15. Behram Elî
16. Zagros Fetah
17. Elî Teter
18. Nûrî Osman Şingalî
19. Hêmin Hewramî
20. Necat Elî
21. Hîwa Ehmed
22. Omîd Sebah
23. Paştîwan Sadiq
24. Çinar Seîd
25. Cafer Emînîkî
26. Ebdulxaliq Bapîrî
27. Şaxewan Ebdullah
28. Guhdar Şêxo
29. Serbest Trwanşê
30. Bilind Îsmaîl
31. Evîn Hirûrî
32. Newzad Hadî
33. Ehmed Kanî
34. Sanaw Ferîdûn Ciwanroyî
35. Arî Nanekelî
36. Lîza Felekedîn
37. Viyan Silêman
38. Vala Ferîd
39. Hemîd Elî
40. Salar Osman
41. Hîwa Geylanî
Navên Namzedên Yedek:
1. Sasan Ewnî
2. Diyarî Husên
3. Mihemed Xurşîd
4. Bervan Hemdî
5. Çiya Herkî
6. Sebah Beytullah
7. Qadir Qaçex
8. Nazim Herkî
9. Ciwan Rojbeyanî