Rêveberiya Xweser: Helwesta Swêdê, tenê ji bo razîkirina Tirkiye û NATOyê ye

Rêveberiya Xweser bersiva Wezîrê Derve yê Swêdê dide: Nabe Swêd berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên têkoşer biparêze

Navenda Nûçeyan (K24) – Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser daxuyaniya Wezîrê Derve yê Swêdê ya derbarê rawestandina piştgiriya welatê xwe ji bo PYD/YPG şermezar dike û radigihîne,: “Ev helwesta Swêdê, tenê ji bo razîkirina dewleta Tirk a dagirker û ji bo pejirandina wê di NATO’yê de ye.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom roja Şemiyê 5ê Mijdara 2022an eşkere kir, hikûmeta nû ya Swêdê hemû piştevaniyên xwe yên bê merc ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radiwestîne.

Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser bersiva daxuyaniya Wezîrê Derve yê Swêdê da û ragihand, “Em li hember daxuyaniyên Wezîrê Derve yê nû yê Swêdê xemgîn bûn dema ragihand ku êdî piştgiriya Kurdan li Sûriyê nake. Em hêvî dikin ku hikumeta Swêdê helwestên xwe yên birûmet di nav civata navdewletî de biparêze.”

Amaje bi wê jî da, wan bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî li hember terorê şer kirin û di vê çarçoveyê de me gelek fedekarî kirine û li ser vê bingehê têkiliyên me bi gelek dewletan re xurt bûn, yek ji welatan jî Swêd e.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Tenê ji bo razîkirina dewleta Tirk a dagirker û ji bo pejirandina wê di NATO’yê de ye.

Daîreya Pêwendiyên Derve dibêje: “Em berjewendiyên Swêdê baş fêm dikin, lê belê şaş e ku ew berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên têkoşer biparêze.”

Her wiha got: “Em ji hikumeta Swêdê hêvî dikin ku siyasetên demokratiyê binpê neke û cihê xwe di civata navneteweyî de biparêze. Em hêvî dikin ku Swêd ji pozîsyona xwe ya girîng, nirx û prensîbên xwe yên piştgiriya gelên bindest dûr nekeve û piştgiriya xwe ji bo gelan bidomîne.”