Lahûr Cengî pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî dike û hêviya serkeftinê ji bo PDKê dixwaze

Bi boneya serkeftina Kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û destnîşankirina Mesrûr Barzanî wek Cîgirê Serokê PDKê, Lahûr Cengî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mesrûr Barzanî kir.

Hewlêr (K24) – Bi boneya serkeftina Kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û destnîşankirina Mesrûr Barzanî wek Cîgirê Serokê PDKê, Lahûr Cengî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mesrûr Barzanî kir.

Îro Duşemê 7ê Mijdara 2022yan, bi boneya serkeftina Kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û destnîşankirina Mesrûr Barzanî wek Cîgirê Serokê PDKê, peyameke pîrozbahiyê ji Lahûr Cengî bo Mesrûr Barzanî gihişt û hêviya serkeftinê ji bo PDKê xwest.

Mesrûr Barzanî ji bo peyama pîrozbahiyê spasiya Lahûr Cengî kir.

Roja 3ê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya PDKê li bajarê Duhokê bi beşdariya zêdetir ji 1000 endamî dest pê kir û roja 6ê Mijdarê jî bi merasîmekê ku tê de encamên hilbijartina endamên Komîta Navendî hatin ragihandin û gotarekê ji aliyê Serok Barzanî ve bi dawî bû.