40 kovar li Diyarbekirê di pêşangehekê de hatin pêşkêşkirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê arşîva kovarên ku li Diyarbekirê hatine çapkirin, di pêşangehekê de hatine pêşkêşkirin. Pêşangeha ‘Li Diyarbekirê Bîrdanka Kovarên ji Serdema Osmaniyan Heta Niha’ ku bi pêşengiya Komeleya Parastin û Danasîna Çandî ya Diyarbekirê (DÎTAV) ve hat vekirin; bi beşdariya nivîskar, weşanger, hunermend û rewşenbîran dest pê kir.

Kovarên ku li Diyarbekir di 130 salên dawî de, bi zimanên cuda hatine çapkirin û weşandin, di pêşangehekê de hatine pêşkêşkirin. Pêşangeha ku li Birca Keçê ya Kela Diyarbekirê hat vekirin de; beşdaran, ji bo bîrdanka çanda bajêr, vekirina pêşangehê girîng nirxandin.

Amadekarê Pêşangehê nivîskar Ahmet Çakmak: “Li Amedê, li bajêr paytext Amedê, bi zimanên Suryanî, Ermenî, Kurdî û Tirkî di 130 salên dawî de, çi kovar derketine, aramnca me nîşandan û danasîna wê hafizaya çandî ya bajêr e. Em ji ku derê hatine kê derê, wê rêzbendê, bi awayekî zelal bibînin.

Nivîskar û weşangerên ku hin ji wan kovaran weşandine jî, di pêşangehekî de, civandina kovarên bajêr girîng nirxandin û balê kişandin ku bi xebatên wiha çand û bîra bajêran tê parastin û qedra kedên ku ji bo çandê hatine dayîn jî tê girtin.

Lêkolîner û nivîskar Dîlaver Zaraq dibêje: “Kovara ku em 11 heval û nivîskar gihiştibûn hev û di şertên tunebûnê de, me derxistibû, wê hingê xebateke ne pir berbiçav bû û zêde nedihat nasîn. Lê niha dibînim ku berfirehtir buye, hem nivîskarî, hem xwendekarî û hem jî rewşmebîrîya Kurdî ku dikare pêşangehên wiha lidar bixe. Ev jî hîzeke hem hêzê dide min, hem jî me kêfxweş dike.”

Ji 65 kovarên ku li Diyarbekirê bi zimanên cuda hatine weşandin, 40 ji wan di pêşangehê de, bi nivîskar û kedkarên xwe ve tên danasîn.