Encamên destpêkê yên hilbijartinên Kongresa Amerîkayê
Hewlêr (K24) – Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Washingtonê Îsa Hesen, encamên destpêkê yên hilbijartinên nîvê yekem, ji bo her yek ji Encûmena Nûneran û Encûmena Pîran a Amerîkayê wiha ye:
Komarî xwedî 49 kursî ne li Encûmena Pîran
Demokrat xwedî 48 kursî ne li Encûmena Pîran
Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Washingtonê diyar kir, Komariyan 203 kursiyên Encûmena Nûneran bi dest xistine, herwiha Demokratan jî 186 kursiyên Encûmena Nûneran bi dest xistine û cudakirina dengan ji bo hilbijartinên Kongresê berdewam e.
Peyamnêrê me eşkere kir ku li hinek eyaletan Demokrat li pêş in û herwiha ew namzedên ku Trump piştgiriya wan dikir, dengê yekem bi dest xistine.
Herwiha diyar kir, ji ber rewşa aboriyê alîgirên Demokratan sizayê Joe Biden didin.
Cudakirina dengên hilbijartinên nîvê yekem ji bo Kongresa Amerîkayê berdewam e, li gor amaran, heta niha %82ê dengderan beşdar bûne. Komariyan 49 milyon û 170 deng bi dest xistine û %52.3 dengên wan hene, herwiha Demokratan nêzîkî 43 milyon deng bi dest xistine û %45.7 dengên wan hene.
Li Encûmena Senatoyê, Komariyan 49 kursî bi dest xistine û Demokratan jî 48 kursî bi dest xistine.