Wezîra Derve ya Almanya: Jîna Emînî û kuştiyên din ne bi tenê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtîya Ewropa dê heftîya bê pakêteke din a sizayan bi ser Îranê de bisepîne, wek berteka li hember bikaranîna tundûtûjîyê li dijî xwepêşanderan.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihand, Yekîtiya Ewropî kar dike ku di hefteya bê de pakêteke nû ya sizayan li ser Îranê bisepîne, weke bersivekê li dijî bikaranîna tundûtûjiyê li dijî xwepêşanderan.

Baerbock got: “Jîna Emînî û kuştiyên din ne bi tenê ne. Piştgiriya jin û mêrên Îranî dikin û em ê dengê wan bigihînin cîhanê.”

Got jî ku ew kar dikin ji bo ku ev pirs ji aliyê Encûmena Mafên Mirovan a Netewên Yejgirtî ve were lêkolînkirin û berpirsên tundûtûjiya li dijî xwepêşanderan bêne naskirin.

Navenda Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwêcê ye, di destpêka vê hefteyê de raporek taybet li ser qurbaniyên xwepêşandanên Îranê belav kir û xelkê Îranê zêdetirî 50 roj in li dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî xwe pêşan didin.

Li gorî amarên wê rêxistinê jî, heta niha 304 kes li seranserê Îranê hatine kuştin û hejmara birîndar û binçavkiriyan bi zelalî nayê zanîn.