Bi çavdêriya Serok Barzanî konferanseke zanistî li ser jenosîda Kurdên Feylî tê sazkirin

Konferans bi hevbeşiya her yek ji zanîngehên Selahedîn, Duhok û Soranê, bi beşdariya çendîn zana, akademîsyen, dîroknas, kesayetên şareza yên navdewletî yê di vî warî de, ku lêkolînên xwe yên herî dawî pêşkêş bikin, dê were sazkirin.

Hewlêr (K24) – Bi çavdêriya Serok Barzanî û bi piştevaniya Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, biryar e di destpêka meha Nîsana sala bê de, li Hewlêrê konferanseke zanistî ya li ser jenosîda Kurdên Feylî birêve biçe.

Konferans bi hevbeşiya her yek ji zanîngehên Selahedîn, Duhok û Soranê, bi beşdariya çendîn zana, akademîsyen, dîroknas, kesayetên şareza yên navdewletî yê di vî warî de, ku lêkolînên xwe yên herî dawî pêşkêş bikin, dê were sazkirin.

Roja Sêşema 4ê Nîsana 2023yan, ku roja bîranîna şehîdên Kurdên Feylî ye, li Hola Se'd Ebdullah a li Hewlêrê di demjimêr 09:30 xulekan de dê dest pê bike û 3 roj berdewam be.

Rêkxerên konferansê di daxuyaniyekê de diyar kirin ku jenosîda Kurdên Feylî pêleke dirindane bû ku rejîmên Iraqê bi çendîn qonaxan li dijî Kurdên Feylî encam dan û di serdema Be'sê de jî gihîşte lûtkeyê.

Ji bo beşdariya konferansê, serdana lînka jêrê bikin:

https://genocide.krd/registeration/

Ji bo beşdariya bi lêkolînan, serdana vê lînka jêrê bikin:

https://genocide.krd/abstract/