Li kampa Holê termên 2 zarokên Misrî hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li kampa Holê ya parêzgeha Hesekê termên du keçên Misrî serjêkirî hatin dîtin.

Ajansa “Associated Press” got, duhî Sêşemê 15ê Mijdarê, termên du keçên Misrî yên serjêkirî li kampa Holê hatin dîtin, piştî çend rojan winda bûbûn.

Diyar kir jî, ew her du keç 11 û 13 salî ne.

Rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) DAIŞê bi kuştina van du keçan tohmetbar kir.

Di heyama 3 mehên borî de, ev bûyera kuştinê ya yekem e li kampa Holê. Di 10ê Tebaxa borî de, Hêzên Asayîş termên du birayên Iraqî dîtin ku bi guleyan ji aliyê şaneyên DAIŞê ve hatibûn kuştin.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka sala 2022an ve 30 kes li kampa holê hatine kuştin.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye, dora 56 hezar kes lê dimînin û wek metirstirîn kampên li cîhanê tê binavkirin.