Siyasetmedarên Bakur daxwaz dikin Serok Barzanî ji bo çareseriya pirsa Kurd destpêşxeriyê bike

Ji beriya 9 salan Serok Barzanî, serdana bajarê Diyarbekirê kir û piştgiriya xwe ya bo proseya çareserkirina pirsgirêka kurd ragihand.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Ji beriya 9 salan Serok Barzanî, serdana bajarê Diyarbekirê kir û piştgiriya xwe ya bo proseya çareserkirina pirsgirêka kurd ragihand. Serok Barzanî wê demê di gotara xwe de ji bo proseya aşitiyê ji kurd û tirkan jî daxwaza piştgiriyê kir. Kesên serdana Serok Barzanî ji nêzîk ve şopandin û siyasetmedarên kurd ên Bakurê Kurdistanê dibêjin; ew rojeke dîrokî bû û îro jî dixwazin ku Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsa kurd destpêşxeriyê bike.

Serok Mesûd Barzanî û şanda ligel wî di 16ê Mijdara 2013an de serdana Diyarbekirê kir û du rojan li bajêr man û bi siyasetmedar, rêveber û nûnerên  saziyên civaka sivîl re hevdîtin pêk anîn. Wê demê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd proseya çareseriyê birêve diçû. Serok Barzanî jî ji bo piştgiriya proseyê serdana Diyarbekirê kir. Siyasetmedarên di nav AK Partiyê de serdana Serok Barzanî wekî serdaneke dîrokî dinirxînin û dibêjin; wê demê jî Serok Barzanî xwedî rolekî girîng bû, îro jî wisa ye û her dixwaze pirsgirêk bi rê û rêbazên aştiyane werin çareserkirin.

Serokê berê yê Rêxistina Diyarbekirê ya AK Partiyê Muhammed Dara Akar ji K24ê re ragihand: “We roj wekî rojeke ya cejnê bû. Her kes bi Alaya Herêma Kurdistanê li cade û kolanan digeriyan. Li Qadê jî ji 100 hezaran zêdetir kes civiyan. Bi rastî ew rola wî gelekê xurt bû. ji ber ku em her kes dizanin; kurdên Bakûr, Başûr, Rojhilat, Rojava ferq nake, çi Kurdên Ewrûpa çi yên li cîhanê her kes dizane ku Kak Mesûd Barzanî rûmet û şerefeke mezin ya hemû kurdan e. Ji ber vê yekê dema ku ew hat Diyarbekirê xelkê gelek qedrê wî zanibû. Îro jî 40 milyon kurd hemû qedrê wî dizanin. Rola wî gelek mihûm bû. Kak Mesûd mirovekî demokrat û sivîl e û ew dixwaze bi rê û rêgezên aştiyane pirsa kurd li temamê Rojhilata Navîn were çareserkirin. Ji ber vê rola wî ya sivîl û demokrat her kes jî qedrê wî dizane, Ereb jî qedrê wî dizanin, Faris û Tirkiye jî qedrê wî dizanin. Jixwe Kurd gelek qedrê wî dizanin.”

Ji dergehê Xabûrê heta Diyarbekirê bi dehan hezar welatî bi kelecan û keyfxweşî û bi Alayên Kurdistanê pêşwaziyeke gerim li Serok Barzanî kirin. Serok Barzanî di serdana xwe ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê de gotibû, ew wekî miletê kurd aştîxwaz in, ew destê xwe yê aşitiyê dirêjî birayên xwe yên kurd, tirk, ereb û faris dikin. Siyasetmedarên kurd dibêjin; bi proseya aşitiyê hêviyeke mezin ya çareseriyê hebû û niha jî ji bo çareseriyê pêwîstî bi rola Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî heye.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Ahmet Kaya ji K24ê re ragihand: “Niha astengiyeke mezin heye. Dîsa jî ji bo ku ev astengî bê derbaskirin divê her hêz, hereket û partiyên kurdan û serokên kurdan; bi taybet jî serokên wekî birêz Mesûd Barzanî rola xwe ya girîng bilîzin. Bi tevî hemû şert û mercan. Di nav kurdan de hinek nakokî hebin jî em dizanin kurd dixwazin ev pirsgirêk bêne çareserkirin.”

Siyasetmedarên kurd dibêjin; di dîplomasiya çareseriya pirsgirêkên navçeyê de Serok Barzanî xwedî rol û bandor e. Siyasetmedar amaje dikin; hêviya wan ew e ku bi hewlên çareseriyê yên Serok Barzanî yên li ser esasên sivîl û demokratîk pirsgirêkên kurd û neteweyên din bêne çareserkirin.