Nahiya Sîdekan dibe qeza

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nahiya Sîdekan a li sînorê îdareya serbixwe ya Soranê kire qeza û gundekî wê jî kire nahiye.

Hewlêr (K24) – Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nahiya Sîdekan a li sînorê îdareya serbixwe ya Soranê kire qeza û gundekî wê jî kire nahiye.

Li gor nivîseke Wezareta Navxwe, ku 2yê Mijdara 2022yan hatiye derkirin û îro hat belavkirin, nahiya Sîdekan a li sînorê îdareya serbixwe ya Soranê dibe qeza.

Herwiha li gor nivîsa Wezareta Navxwe, gundê Bermîze yê li sînorê wê qezaya Sîdekan a li îdareya serbixwe ya Soranê jî, dibe nahiye.

Wezareta Navxwe di nivîsa xwe de ji îdareya serbixwe ya Soranê daxwaz kiriye ku nexşeya sînorê wê qezayê diyar bike, da ku bişînin aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Qezaya Sîdekan dikeve sêgoşeya navbera Iraq, Îran û Tirkiyê û beriya derkirina vê biryarê, ji aliyê rûberê xwe ve, li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê nahiya herî mezin bû û ji 264 gundan pêk dihat.