Parêzgarê Silêmaniyê şîna giştî ragihand

Ji ber teqîna sîstema gazê ya mala welatiyekî li taxa Kawîze ya bajarê Silêmaniyê, 10 kesan canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.

Silêmanî (K24) – Ji ber teqîna sîstema gazê ya mala welatiyekî li taxa Kawîze ya bajarê Silêmaniyê, 10 kesan canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn, ji ber vê yekê Parêzgarê Silêmaniyê rojek şîna giştî ragihand.

Parêzgarê Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Em roja Înê 18ê Mijdarê, wek roja şîna giştî li sînorê parêzgeha me radigihînin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Em xemgîniya xwe ji ber karesata li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê tînin ziman, em roja Înê 18ê Mijdarê, wek roja şîna giştî li sînorê parêzgeha me radigihînin.”

Şeva 17ê Mijdarê sîstema gazê ya mala welatiyekî li taxa Kawîze ya bajarê Silêmaniyê teqiya, li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, di encama teqîna sîstema gaza malekê de xaniyê welatiyekî li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê, 10 kesan canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.

Peyamnêrê me eşkere kir, hejmarek ji qurbaniyan jin û zarok in û tîmên Berevaniya Şaristanî bi derxistina qurbaniyan ji bin paşmayên xaniyê hilweşiyayî ve mijûl in.