Dijeterora Kurdistanê zanyariyan derbarê êrîşên Îranê dide

Bilez
Bilez

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Dijetrora Kurdistanê zanyarî derbarê êrîşa îro ya Îranê de ragihand û diyar kir, di êrîşa li dijî kampa Cejnîkan a li Hewlêrê de, 2 dronên bombebarkirî hatine bikaranîn.

Dijeterora Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand, Supaya Pasdarên Îranê bi 7 mûşek û dronên bombekirî êrîşî kampa Çejnîkan û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê kirin.

Li gorî zanyariyên Dijeterora Kurdistanê, Supaya Pasdarên Îranê êrişî kampa Cejnîkan li nahiya Behrkê ya ser bi Hewlêrê ve, baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyê û baregehên Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêzê yê parêzgeha Silêmaniyê kirin.

Diyar kir jî, êrîş bi 2 dronan li kampa Cejnîkanê û bi 3 mûşekan jî li baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyê hatin kirin û di encamê de kesek şehîd bû.

Da zanîn jî, baregeha Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Zirgiwêzê bi 2 dronan hat armanckirin û ti ziyanên canî çênebûn.