Firaksiyonên Kurdistanî li ser êrîşên mûşekî daxuyaniyek belav kir

Firaksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê ji Tirkiye û Îranê daxwaz dikin ku êrîşên xwe yên mûşekî yên li ser deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê rawestînin û asayîş û seqamgîriya navçeyê biparêzin.

Hewlêr (K24) – Firaksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê ji Tirkiye û Îranê daxwaz dikin ku êrîşên xwe yên mûşekî yên li ser deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê rawestînin û asayîş û seqamgîriya navçeyê biparêzin.

Îro Duşemê 21ê Mijdara 2022yan, Firaksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê li ser êrîşên mûşekî yên vê sibê yên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê yên li sînorê Hewlêr, Koye û Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de firaksiyonên Kurdistanî ji Parlamentoya Iraqê daxwaz dikin ku helwesta cidî li ser wan êrîşên mûşekî nîşan bide û ji bo rawestandina wan bixebite. Herwiha ji Tirkiye û Îranê daxwaz dikin ku ji bo parastina asayîş û seqamgîriya navçeyê bixebitin û êrîşên xwe yên mûşekî yên li ser deverêb sînorî yên Herêma Kurdistanê rawestînin.

Firaksiyonên Kurdistanê herwiha daxwaz dikin, di civîna sibe ya sêşemê ya Parlamentoya Iraqê de parlamento helwesteke cidî li ser wan êrîşên mûşekî nîşan bide û ji bo parastina serweriya axa Iraqê bixebite.

Li ser helwesta welatên din a derbarê êrîşên mûşekî yên ser Herêma Kurdistanê de, firaksiyonên Kurdistanî ji Neteweyên Yekgirtî, Amerîka û civaka navdewletî daxwaz dikin, helwesta wan hebe û sîstema berevaniya mûşekî ji bo esmanê Iraqê dabîn bikin bi mebesta parastina axa Iraqê.