Mesrûr Barzanî serperiştiya civîneke taybet bi bûyerên teqîna gazê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serperiştiya civîneke taybet bi bûyerên teqînên gazê dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 22ê Mijdara 2022an, bi amadebûna wezîr û berpirsên pêwendîdar, serperiştiya civîneke taybet ji bo lêkolînkirina sedemên teqîna gazê dike.

Civîna Serokwezîr Mesûr Barzanî ligel wezîr û berpirsên pêwendîdar piştî wê tê, roja 17ê Mijdarê sîstema gaze ya maleke Silêmaniyê teqiya û di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Her wiha şeva borî jî li bajarê Duhokê tanka gazê ya firinekê teqiya û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Piştî teqîna Duhokê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxwe, Wezîrê Samenên Sirûştî û parêzgar raspardin ku karkirina bi sîstema gazê rawestînin û lêkolînê derbarê van bûyerên teqîna gazê li Duhok û Silêmaniyê de bikin.