Partiyên Bakurê Kurdistanê li dijî operasyona Tirkiyê derdikevin

Partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê li dijî operasyonên Tirkiyeyê yên bo Rojava û Herêma Kurdistanê derdikevin û dibêjin; di Rojhilata Navîn de Kurd jî neteweyeke qedîm in û xwedî ax in, divê Tirkiye û hemû dewletên herêmê rêzê li Kurdan bigirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê li dijî operasyonên Tirkiyeyê yên bo Rojava û  Herêma Kurdistanê derdikevin û dibêjin; di Rojhilata Navîn de Kurd jî neteweyeke qedîm in û xwedî ax in, divê Tirkiye û hemû dewletên herêmê rêzê li Kurdan bigirin. Rêveberên partiyên Kurdî rexneyan li siyaseta Amerîka û Rûsya jî digirin û dibêjin; divê ew Kurdên ku DAIŞ têkşikandin, bêne parastin.

Tirkiye piştî operasyona bi navê “Kaniya Aşitiyê” ya Cotmeha 2019an amadekariyên operasyoneke nû ya ji bejahiyê ve dike. Her çiqas ji aliyê piraniya partiyên opûzîsyonê ve piştgiriya vê operasyona nû bê kirin jî partiyên wekî HDP, DEVA û Partiyên Kurdî li dijî derdikevin. Rayedarên Partiyên kurdî, li hemberî operasyon û gefên Tirkiyeyê rexneyan li siyaseta Amerîka û Rûsyayê ya li ser Kurdan digirin û banga yekitiyê dikin.

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) ji K24ê re ragihand: “Li gorî nirxandina me ne Tirkiye, Erdogan a AKP vê êrişî dike; Amerîka dike. Ne bi rasterast be jî rê dide Tirkiyeyê. Amerîka dibêje mafê Tirkiyeyê yê rewa ye ku li hemberî ‘terorîzmê’ xwe biparêze û  êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bike. Heger Amerîka vê bibêje wê demê tiştekî ku kurd bikin namîne. Îro li Rojhilata Navîn û cîhanê Kurd bêxwedî mane.”

Rayedarên Tirkiyeyê radigihînin hêzên ku bandora wan li ser Rojavayê Kurdistanê hene berpirsiyariya xwe bi cih neanîne û ji aliyê YPGê ve li hemberî Tirkiyeyê êriş têne kirin. YPG vê yekê red dike. Rêveberên partiyên Kurdî yên li Diyarbekirê dibêjin; heger di navbera aliyên Kurdan de Peymana Duhokê bihata bicihkirin dê pêşiya van êrişan jî bihata girtin.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Henîfî Turan diyar kir: “Xwezî hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li ser Peymana Duhokê bihatana ba hev. Heger bihatana ba hevdu dê îro rewş ne wisa bûya. Em wekî PAKê di vê baweriyê de ne. Wê demê dê hêzên navdewletî em li ber çavan bigirtana û dê rê nedana Tirkiyeyê ku bikevin vir.”

Li gorî nirxandina rêveber û nûnerên partiyên Kurdî, ji bo ku êrişî Rojava bike Tirkiye li hêcetan digeriya û êrişa li Cadeya Îstîklalê wekî mînak didin. Rêveber û nûnerên partiyên Kurdî amaje dikin ku; Kobanî sembola şerê li hemberî DAIŞê ye û divê Hevpeymaniya Navdewletî rê nede êrişî Kobanî û deverên din yên Rojava bê kirin.