McGurk ligel berpirsên HSDê êrîşên Tirkiyê gotûbêj kir

Şandeke Amerîkayê bi serokatiya Koordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa yê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê Brett McGurk ligel rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civiya.

Hewlêr (K24) – Şandeke Amerîkayê bi serokatiya Koordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa yê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê Brett McGurk ligel rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civiya.

Li gor zanyariyên medyayî, di civînê de pirsa êrîşên Tirkiyê yên li ser navçeyê hat gotûbêjkirin û Brett McGurk red kiriye ku Amerîka li hember êrîşên artêşa Tirkiyê razî be.

Her di vê çarçoveyê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek li ser aloziyên van demên dawî yên li bakurê Sûriyê belav kir û ragihand, ew ji "tirsa" Tirkiyê têdigihin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Amerîka aliyan han dide ku demildest radeya aloziyan li bakurê Sûriyê kêm bikin.”

Herwiha hat destnîşankirin: “Em gelek nîgeran in derbarê operasyonên serbazî yên van demên dawî de ku li navçeyê rûdidin û bûne sedema neseqamgîriya navçeyê û gefê li armancên me yên hevbeş dixwe, ku nehiştina rêxistina DAIŞê ye û bûye metirsî li ser jiyana sivîlan û welatiyên Amerîkayê.”

Roja Yekşemê 20ê Mijdara 2022an, Tirkiyê operasyoneke asmanî li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk anî, li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, wan di wê operasyonê de bi 89 xal kirine armanc.

Duh Çarşemê 23ê Mijdara 2022yan, firokeyên şer ên Tirkiyê, Kampa Holê bombebaran kir, ku malbat û kesûkarên çekdarên DAIŞê lê niştecî ne.

Fermandarê Giştî yê HSDê, Mezlûm Ebdî radigihîne, Operasyona Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê, ewlekariya leşkerên Amerîkî xistiye metirsiyê û wan ji ber êrîşên Tirkiyê, şerê xwe yê li dijî DAÎŞê jî rawestandine.