Misrê bertek li êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan da

Wezareta Derve ya Misrê di daxuyaniyekê de ragihand, divê Tirkiye êrişên xwe yên esmanî yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê demildest rawestîne.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Misrê di daxuyaniyekê de ragihand, divê Tirkiye êrişên xwe yên esmanî yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê demildest rawestîne.

Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî li Qeterê destê hev girtin, dihat çaverêkirin ku gavên nû ji bo asayîkirina têkiliyên dualî bên avêtin, lê Misrê li dijî êrişên esmanî yên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Derve ya Misrê diyar kir, operasyonên Tirkiyê li dijî serweriya Rojava û Herêma Kurdistanê ne û got “Em êrîşên dawî yên Tirkiye û Îranê yên li dijî welatên Ereb ên bira Iraq û Sûriyeyê bi nîgeraniyeke mezin dişopînin. Ev êrîş binpêkirina serweriya her du welatan e.”

Di daxuyaniyê de ragihandin “Misr ji bo rê li ber rijandina xwînê û ne aramiya zêdetir bigre banga kêmkirina rageşiyê dike.”

Hikûmeta Tirkiyê di dema Bihara Erebî ya sala 2013an de ji ber ku hikûmeta Birayên Misilman bi darbeyê hilweşandibû têkiliyên xwe bi rêveberiya Ebdulfettah Sîsî re qut kiribû. Yekemîn têkiliya Tirkiye û Misrê di asta lîderan de hefteya borî piştî 9 salan li Qeterê pêk hatibû.