Maseya şeşalî pêşnûmaya Destûra Bingehîn eşkere kir

Madeyên derbarê zimanê fermî yê Tirkiyê û madeya ku dibêje “kêsên xwediyê nasnameya Tirkiyê hemû Tirk in,” her wekî xwe mane.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê partiyên opozîsyonê yên maseya şeşalî pêşnûmaya xwe ya destûra bingehîn îro bi raya giştî re parve kirin. Di pêşnûmayê de guhertina 84 madeyan tê pêşniyazkirin. Madeyên derbarê zimanê fermî yê Tirkiyê û madeya ku dibêje “kêsên xwediyê nasnameya Tirkiyê hemû Tirk in,” her wekî xwe mane.

Maseya Şeşalî ya partiyên muxafeleta Tirkiyê pêşnûmaya destûra bingehîn ku ev 9 meh in li ser kar dikin eşkere kir. Serokên her 6 partiyan di çalakiya bi dirûşmeya “niha wextê demokrasiyê ye” de amadebûn. Nûnerên komisyona destûra bingehîn ya maseya şeşalî liser navê partiyên xwe derbarê pêşnûmaya ku 84 madeyan diguherîne, agahî dan.

Di pêşnûmaya destûra bingehîn de, erkên serokomar tên sînordarkirin, serokomar biyarên parlamentoyê tenê carekê dikare veto bike û piştî ku tê hilbijartin pêwendiya ligel partiya xwe qut dike. Her wiha kontrola parlementoyê li ser hikûmetê bihêz dibe, şêweya rêveberiya dezgehên hiqûqî tê guherandin. Ligel vê girtina partiyên siyasî zehmet dibe û mafên ajalan jî yekem car di nava destûra bingehîn de cih digirin.

Çavdêrê Siyasî Murat Yetkîn ji K24ê re diyar kir: “Ev pêşnûma heger muxalefet di hilbijartinan da bi serkeftî bibe jî, ji parlementoyê derbasbûna wê hêsan nîne. Ji ber ku dengên 400 parlementeran bo guhertinê hewce dikin. Lewma hewce ye mirov zêdetir weke nexşerêyekê lê binêre.”

Di heman demê de desthilat jî li ser pêşnûmayek makezagonê kar dike, û biryar e di demek nêz de pêşnûmaya xwe eşkere bike. Tê çaverêkirin pêşnûmaya desthilatê guhertina 2 xalan pêşniyaz bike. Xala yekem liser azadiya girêdana serpoşê, ya din jî di derbarê kifşkirina sînorên malbatê de ye.

Serokwekîlê Koma CHPê Ozgur Ozel diyar kir: “Pêşnûmeya desthilatê, li aliyê pêşnûmaya me gelek lawaz dimîne. Di navbera her du pêşnûmayan de cudahiyek mezin ya hişmendiyan heye. Pêşnûmaya maseya şeşalî bi hişmendiyek ku mînakên baş ji cîhanê dinirxîne û li pêşiya wan dikeve hatiye amadekirin.”

Di pêşnûmaya muxalefetê da, madeyên ku ji aliyê pirsa Kurd ve girîng tên dîtin nehatine guherandin. Madeyên 3, 4 û 66ê ku dibêjin, “zimanê resmî yê Tirkiyê tenê Tirkî ye,” û “hevwelatiyên Tirkiyê hemû Tirk in,” her weke xwe mane.

Piştî aşkerekirina pêşnûmaya destûra bingehîn niha tê çaverêkirin ku di nav demek kurt de maseya şeşalî namzetê xwe yê hilbijartinê serokomariyê diyar bike. Ji maseyê, serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu wek namzetê bihêztirîn yê namzetiyê tê dîtin.