HDP û hevgirtiyên wê bo berdewamiya Tifaqa Kurdî serdana PDK-T kirin

Diyarbekir (K24) – Şandeyeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinên 2023an de serdana Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye (PDKT) kir û herdu aliyan amaje kirin ku divê Kurd di hilbijartinan de hevgirtî bin û bo Kurdan xizmetê bikin.

Şande ku ji Hevserokê KCDê û Parlementerê Agiriyê Berdan Ozturk, Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Îmam Taşçier û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk DBPê Salîha Aydenîz pêk hatibû, îro serdana Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye (PDKT) kir.

Şande ji aliyê Serokê Giştî Yê PDKT Mehmed Emîn Kardaş ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de behsa xebatên hilbijartinê yên 2023an hat kirin û herdu aliyan xwestin ku Tifaqa Kurdistanî ya di navbera aliyan de hatibû avakirin berdewam be.

Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz amaje kir ku Tifaqên Cumhur û Millet nekarînê ji pirsgirêkên civakê re bibin bersiv û her wiha anî zimên ku herdu rifaq jî bo çareseriya pirsa Kurd hewlê nadin û ji ber vê yekê bal kêşand ser giringiya yekîtiya Kurdan.

Di hevdîtinê de herdu aliyan operasyona ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û hat amajekirin ku armanc destkeftiyên Kurdan in.

Di navbera partiyên wek HDP, DBP, Partiya Komunîsta Kurdistan, Partiya Însan û Azadî, Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd (DDKD), PDK Bakur, Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiye, Partiya Azadî de di hilbijartinên 2018an de Tifaqa Kurdî hatibû avakirin û niha HDP dixwaze heman tifaqê bo hilbijartinên 2023an jî bidomîne.

HDPê di 25ê Tebaxê de li gel partiyên çepgir û sosyalist ên Tirkiyê tifaqek bi navê “Tifaqa Ked û Azadiyê” ragihandibû û niha jî dixwaze Tifaqa Kurdî bidomîne û herdu tifaqan bike yek.