Tehran bo Enqerê: Êrîşên bejahî dê rewşê aloztir bike

Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan: operasyona bejahî ya Tirkiyê dê pirsgirêkan çareser neke

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan diyar dike, operasyoneke leşkerî ya bejahî ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dê rewşê aloztir bike.

Li gorî ajansa Îranî “ISNA”, Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan di pêwendiyeke telefonî ya bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu li ser pêşhatên dawiyê yên li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê û egera destpêkirina operasyoneke bejahî ya ji aliyê Tirkiyê ve kirin.

Diyar kir jî, Ebdullahiyan ji Çavuşloglu re axivî û got: “Îran têdigihe xemên ewlehiyê yên Tirkiyê û divê ev xem bên rakirin.”

Ebdullahiyan diyar kir ku ji bo vê yekê jî divê di navbera her du welatan de hevdîtinên ewlehiyê bên kirin.

Ebdullahiyan diyar kir ku operasyona bejahî ya Tirkiyê dê pirsgirêkan çareser neke, dê bibe sedema wêraniyê û got, ev yek dê rewşê hîn aloztir bike.

Ebdullahiyan destnîşan kir ku ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ew amade ne her cure alîkariyê pêşkêş bikin.

Artêşa Tirkiyê ji roja 20ê Mijdara 2022an ve dest bi êrîşên asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kiriye, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî gefa destpêkirina operasyoneke bejahî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dixwe û dibêje, di guncawtirîn dem de, ew ê êrîş bikin.