Erdogan serdana Rihayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, îro 3’ê Berfembarê serdana bajêrê Rihayê dike.

Erdogan dê li Rihayê beşdarî vekirina sazî û dezgehên xizmetguzariyê bibe û li xaçerêya Abîde ya navenda Rihayê mitîngekê lidar bixe.

Di demekê de ku operasyona bejayî di rojeva Tirkiyê de ye, serdana Erdogan û peyamên ku ji bo rojeva Tirkiyê, girîng tên nirxandin.

Tê çaverêkirin ku Serokomarê Tirkiyê di demjimêr 13:00an de dest bi axaftina mîtingê bike.

Ji alîyê din de jî li bajêr beriya hatina Erdogan, bergirîyên ewlehiyê hatine girtin û amadekarîyên pêşwazîkirinê berdewam dikin.