Kalkan: Eger Tirkiye operasyoneke nû bike, dê li dijî xeta Zap û Avaşînê be

Duran Kalkan
Duran Kalkan

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Rêvebir ê PKKyê Duran Kalkan dibêje, eger Tirkiye operasyoneke nû bike, dê li dijî Zap û Avaşînê be û dê şerekî dijwar di navbera wan û Tirkiyê de rû bide

Endamê Desteya Rêvebir ê PKKyê Duran Kalkan ji televîzyoneka partiya xwe re eşkere kir, li pêşiya wan şerekî dijwar heye, ne diyar e Tirkiye li dijî Rojavayê Kurdistanê operasyonê bike yan na? Lê eger operasyoneke nû bike, ew ê li dijî xeta Zap û Avaşînê be.

Kalkan dibêje: “Di pêvajoya pêşiya me de, şerekî dijwar dê rû bide. Gelo ev şer dê li Rojavayê Kurdistanê jî belav bibe yan na? Biryara vê dê hikûmeta AK-Partî û MHP bide. Eger Tirkiye bikare êrîşeka nû bike, dê li dijî xeta Zap û Avaşînê bike.”

Duran Kalkan vê axaftinê di demekê de dike ku Tirkiye bi berdewamî gefa operasyonê li dijî Rojavayê Kurdistanê dixwe, lê li gorî vî berpirsê PKKê, berê Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê zêdetir, li Başûrê Kurdistanê ye.

Arteşa Tirkiyê ji 18ê Nîsana borî ve li Zapê dest bi operasyonê kiriye û bi nêzikbûna Zivistanê û keşûhewaya xirab a navçeyê re jî dirêjî dide operasyona xwe.