Sergey Ryabkov bo K24: Çavdêriya gavên Washingtonê yên derbarê Kurdan û rewşa Sûriyê de dikim
Hewlêr (K24) – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand, ew çavdêriya gavên Washingtonê yên derbarê Kurdan û rewşa Sûriyê de dike û got: “Amerîka siyaseteke nehevseng li Rojava dimeşîne.”
Sergey Ryabkov di bersiva pirseke Kurdistan24ê de li ser Rojavayê Kurdistanê diyar kir: “Ez ji mêj ve çavdêriya gavên Washingtonê yên derbarê Kurdan û rewşa Sûriyê de dikim.”
Li ser siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyê, Ryabkov got: “Amerîka siyaseteke nehevseng û xweperest dimeşîne, ew saman û sermaye û dewlemendiya wî welatî talan dikin, tevî ku ew para xelkê wî welatî ye.”
Derbarê pêwendiyên Rûsya yên ligel Amerîkayê de, Sergey Ryabkov destnîşan kir, ezmûneyek dijwar a danûstandinan a Rûsyayê ligel Amerîkayê heye û got: “Me kariye li Sûriyê bi hev re kar bikin û pêwendî ber bi pevçûnê ve neçe.”