Di lîsteya BBC ya 100 jinên herî bi bandor ên cîhanê de 4 jinên Kurd hene

BBC lîsteya 100 jinên herî bi îlham û bibandor ên cîhanê eşkere kir, ku ew lîste rola jinan a sala 2022yan a li deverên cuda cuda yên cîhanê nîşan dide û 4 jinên Kurd jî di nav wê lîsteyê de cih digirin.

Hewlêr (K24) - BBC lîsteya 100 jinên herî bi îlham û bibandor ên cîhanê eşkere kir, ku ew lîste rola jinan a sala 2022yan a li deverên cuda cuda yên cîhanê nîşan dide û 4 jinên Kurd jî di nav wê lîsteyê de cih digirin.

Di nav lîsteyê de muzîkjenên wek Billie Eilish, 'First Lady' ya Ukraynayê Olena Zelenska, aktorên wek Priyanka Chopra Jonas û Selma Blair, werzişvana Îranî Elnaz Rekabî jî hene.

Di lîsteyê de ji Rojhilatê Kurdistanê 2 jin û ji Başûrê Kurdistanê 2 jin cih digrin.

ZARA MIHEMEDÎ (PERWERDEKAR)

Zara Mihemedî çalakvaneke Kurd a Rojhilatê Kurdistanê ye ku di 10 salên borî yên jiyana xwe de li gelek bajar û bajarokên parêzgeha Sineyê mamostetiya zimanê Kurdî kiriye.

Mamosteya Kurd Zara Mihemedî ku navê wê bi xebatên ji bo zimanê Kurdî belav bûye, tenê ji ber ku xwest zarokan fêrî zimanê wan ê dayikê bike, bi 5 salan hat cezakirin.

ROYA PÎRAYÎ (ÇALAKVAN)

Roya Pîrayî keça Mîno Mecîdî ye ku di xwepêşandanên Kirmaşanê de bi teqeya hêzên Îranê canê xwe ji dest da. Pîrayî li ser gora dayîka xwe pora xwe ji binî ve jêkiribû û di destên xwe de girtibû û bi hêrs li kamerayan dinêrî.

Pîrayî yek ji wan kesan bû ku piştî xwepêşandanên dijî hikûmetê yên ku li Îranê piştî mirina Jîna Emînî belav bûn, bû manşetên rojnameyên cîhanî û bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re hevdîtin kir.

ROZA SALIH (SIYASETMEDAR)

Roza Salih ku malbata wê  ji Başûrê Kurdistanê koç kiriye Skotlandê, di Gulana 2022an de bûye yekemîn penaber ku ji bo Encûmena Şaredariya Glasgowê hatiye hilbijartin.

Roza Salih niha endama Encûmena Bajarê Pollokê yê li ser lîsteya Partiya Neteweyî ya Skotlandê (SNP) ye û bi salan e ji bo mafên penaberan kampanyayan birêve dibe.

Salih yek ji damezrînerên Hevkariya Skotland û Kurdistanê ye.

NÎGAR MARÎF (PERESTAR)

Nîgar Marîf li Herêma Kurdistanê di beşa sereke ya şewatê de wek perestar dixebite, jinên ku bedena xwe dişewitînin derman dike. Ev çalakî hêj di nava jinên ciwan ên herêmê de weke rengekî protestoyî tê dîtin.

Marîf bi qasî 25 salan e di nexweşxaneyan de dixebite û herwiha ew nexweşên ku bi qezayê şewitîne jî derman dike.