Polîsê Almanyayê çar qaçaxçiyên koçberên Iraqî û Sûrî desteser kirin

300 koçberên Iraqî û Sûrî bi rêya Belarûsê veguhestine Ewropayê.

Hewlêr (K24) – Polîsê Almanyayê çar qaçaxçî desteser kirin ku 300 koçberên Iraqî û Sûrî bi rêya Belarûsê veguhestine Ewropayê.

Polîsê Potsdam ragihand, li bajarê Forstê yê derdora Berlînê du kes desteser kirine, herwiha li nav bajarê Berlînê jî du kesên din hatine desteserkirin, ku 300 koçberên Iraqî û Sûrî gihandine Ewropayê.

Derbarê wan çar qaçaxçiyan de lêpirsîn tê kirin û polîsan heta niha 14 proseyên lêgerînê encam dane û dixwazin 2 gumanbarên din jî bibînin, ku destê wan di veguhestina koçberan de heye.

Li gor zanyariyên sereke, qaçaxçiyan bi rêya barhilgir û otomobîlan ve koçberên Iraqî û Sûrî veguhestine û her yek ji wan, ji 3 hezar û 500 heta 10 hezar Euro wergirtine.