Nûnerê taybet yê Pûtîn bi “dosya Sûriyê” tê Stenbolê

Aleksandr Lavrentyev
Aleksandr Lavrentyev

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarê Sûriyê de, tê çaverê kirin ku Nûnerê Taybet yê Putîn yê Sûriyê Aleksandr Lavrentyev di 8 - 9ê mehê were Stenbolê ligel rayedarên Tirkiyê hevdîtina pêk bîne.

Piştî daxuyaniyên egera pêkahatina operasyoneke bêjeyî ya li Rojavayê Kurdistanê û egera pêkhatina hevdîtinekê ya di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed de rûdaneke sûrprîz pêk hat.

Hate ragijandin ku wê Nûnerê Sûriyê Taybet yê Putîn Aleksandr Lavrentyev di 8 - 9 meha Berfenbarê de serdana Tirkiyê bike û li bajarê Stenbolê bi rayedarên Tirkiyê re hevdÎtinan b pêk bîne.  

Naveroka hevdîtina şandeyên Tirkiye û Rûsyayê

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, di rôjeva hevdîtina şandeyên Rûsya û Tirkiyê de Sûriye, pêywediyên Tirkiyê, egera pêkahatina operasyoneke bêjeyî û dîsa egera pêkhatina hevdîtinekê ya di navbera Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Sûriyê Esed de heye.

Berî niha Levrentyev ragihandibû ku ew xebatekê birêve dibe ji bo hevdîtinekê jî hewl dide ku organîzasonekê pêk bîne di navabera Erdogan û Esed de. Ev ê nêzî Putîn gotibû hevdîtineke di nava Erdogan û Esed de ew bawer dikin ku wê rê li ber encamên pozîf veke.

Erdogan gotibû “siyaset ne cihê xeyidînê ye”  

Berî niha Serokomarê Tirkiyê Erdogan di serdema hevdîtina xwe ya li gel Serokdewletê Misrê Sîsî de ragihandibû eger e ew bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re hevdîtinekê pêk bîne. Erdogan ragihandibû, di siyasetê de xeydîn nabe, dibe ku hevdîtinek pêk bê, di dawiya dawiyê de em ê gavên xwe biavêjin.