PAK bang li Netewên Yekgirtî dike: Guh bidin qêrîna mirovî ya gelê Kurd

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyeke nivîskî bangê Netewên Yekgirtî (NY) û dewletên cîhanê dike ku di roja Mafê Mirovan a Cîhanî de Danezana Mafên Mirovan a Cîhanî bicîh bînin.

Daxuyaniya Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê:

Roja 10ê Çileya Pêşîn a 1948an de  Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a  ji 30 xalan pêkhatî, di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de hate pejirandin û ev roj weke  Roja Mafên Mirovan a Cîhanê tê pîrozkirin.

Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan piştî Şerê Duyem ê Cîhanê hate pejirandin ku di we demê de mafên mirovan gelekî dihate binpê kirin.

Piştî rûxandina Nazîzim û faşîzm a ku di dîroka mirovahîyê de rûreşîyeke mezin e, ji bo ku mirovahî careke din tûşî rewşeke weha nebe, Netewên Yekbûyî ev danezana pesind  kiribû.

Lê di demeke kurt de, diyar bu ku wan dewletên ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kiribûn, wan bi xwe ev danezana binpê kirin.

Piştî Şerê Duyem ê Cîhanê, du Blok derketin holê. Bloka Rojava û Bloka Rojhilat. Mixabin herdu Blokan jî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji bo berjewendîyên xwe bikar anîn. Her Blokekê mafên mirovan binpê dikirin, lê li himberî binpê kirina mafê mirovan ya di Bloka din de dibû parastvanê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan. Di eslê xwe de herdu Blokan jî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan binpê dikirin. Bi taybetî jî di derbarê miletên bê dewlet de, her du Blokan lî mafên mirovan, mafên miletan paşguh dikirin, lê xwedî  dernediketin û çavên xwe ji binpê kirina mafên mirovi û netewî yên miletên bê dewlet re diniqandin.

Piştî ku Sîstema Du Blokî rûxa jî ew neheqîya ku li miletên bê dewlet jî, li gelên din jî dihate kirin, binpê kirina mafê mirovan jî  her berdewam bû.

Îro heger em behsa miletên ku mafên wî yê mirovî û netewî tê binpê kirin bikin, bêyî teredut, emê bibînin ku miletê Kurd di rêza yekem de ye.

Cihê mixabinî ye ku yekemîn saziya ku Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê binpê kiriye, pêwîstîyên wê bicîh neanîye û vê danezanê neşopandiye, dîsa Neteweyên Yekbûyî bixwe ye.

Di serî de xuşk û biryên me yên Kurdên Êzidî, lê hemû Miletê Kurd li ber çavên Netewên Yekbûyî, tûşî êrîşên hovane yên DAIŞê bûn. Îro jî li ber çavên Netewên  Yekbûyî,  Miletê Kurd tûşî êrîşan, binpê kirinên  mafên mirovî û netewî dibe.

Nuha em dipirsin: Em demên ku berîya  îmzekirina vê Danezanînê danîn alîyekî, ji 10ê Çileya Pêşîna 1948an  û vir de, ji bo zimanê Kurdî yê qedexekirî, jibo maf û azadiyên neteweyî yên Kurdan ên binpêkirî, ji bo komkujî û qirkirinên ku li ser Kurdan hatine pêkanîn, ji bo îşkence û zindanîkirinan, ji bo mafên azadiya fikirandin û birêxistinkirinê yên binpêbûyî ên gelê Kurd, Neteweyên Yekbûyî heta nuha çi kiriye?

Ji bo Kurdên ku mafên wan di her 30 xalên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de bi awayekî eşkere hatine binpêkirin  Netewên Yekbûyî  heta nuha çi kirîye?

Em di 74emîn salvegera pejirandina Roja Gerdûnî ya Mafên Mirovan de bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên têkildarî wê û parêzvanên mafên mirovan dikin: "Guh bidin qêrîna mirovî ya gelê Kurd ku ji 50 mîlyonî zêdetir in. Ji bo bicîhanîna mafên mirovî yên bingehîn ên gelê Kurd, ji bo bidestxistina mafên Kurdan ên ku di nav Danezana Gerdûnî ya Mefên Mirovan de hatine pênasekirin, em bang li we dikin ku demildest  gavan biavêjin’’.

Herweha em bang li dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî dikin ku pêdiviyên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan bicîh bînin.

10.12.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê