Li Tirkiyê jin ji bo parastinê, xwe dispêrin komeleyên jinan

Di rapirsiyekê de hatiye destnîşankirin ku ji sedî 74 jinên li Tirkiyê dijîn baweriya wan ji parastina dewletê şikestiye û li şûna ku ji bo parastinê biçin serî li qereqolê bidin, ji bo stara canê xwe, diçin serî li komeleyên jinan didin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Di meha Mijdarê de li Tirkiyê dîsa 30 jin hatin kuştin. Di rapirsiyekê de hatiye destnîşankirin ku ji sedî 74 jinên li Tirkiyê dijîn baweriya wan ji parastina dewletê şikestiye û li şûna ku ji bo parastinê biçin serî li qereqolê bidin, ji bo stara canê xwe, diçin serî li komeleyên jinan didin.

Li gorî Tora Parastina Jinan li Tirkiyê, jinên ku tûşî tundiyê tên, yan jî xwe li jêr gefan hest dikin ji ber ku baweriya wan ji hêzên ewlehiyê nayê, xwe êdî naspêrin hêzên emnî. Şûna vê yekê piraniya van jinan serî li komeleyên jinan didin ji bo parastinê. Bi nêrîna komeleyan parastina jinan li Tirkiyê ne xema tu kesî ye û ev yek heta bi yasayan neyê dirûstkirin wê gelek jin bêne kuştin.  

Nûnera Platforma “Em ê Kuştina Jinan Rawestînin” Esîn Îzel ji K24ê re ragihand: “Li ber destê me mînaka Ezgî Zerkîn heye ku dewletê nekarî wê biparêze. Digel biryara parastina wê hebû jî dîsa hate kuştin ji aliyê zilamê wê yê berê ve. Gelek caran gilî dike û serî li dadgehê dide û dibêje ez ê bême kuştin ji aliyê zilamê xwe yê berê ve. Digel vê yekê tê kuştin û ev dewleta mezin nikare welatiya xwe biparêze; ku kujerê wê jî hê nehatiye girtin. Îcar hûn bifikirin jin çawa baweriya xwe bi vê dewletê bînin.”

Derbarê tundiya li hember jinan û bêhêvîbûna ji parastina hêzên emnî digel aktîvîstan welatiyên jin jî bi gilî û gazindin û baweriya wan jî ji asayîş, dad û proseya darazê nayê.

Welatiya bi navê Sila Tîmur diyar kir: “A rastî niha ez jî li malê berdewam tûşî bûyerên wiha têm, taybet navbera diya min û bavê min de. Carinan bavê min gef li min dixwe. Min heta niha serî li cihekî nedaye bo parastinê lê ez dizanim ger pêdiviyek wisa çêbibe dewlet min naparêze. Loma ez jî dê serî li komeleyên jinan bidim."

Herwiha welatiya bi navê Kevser jî got: “Ji ber ku jin dizanin ku ji dadgehê bo wan tu encamên xêrê dernakevin û kesên ku tûndiyê li wan dikin jî nayên sizadan. Loma jî neçar dimînin ku bi rêya komeleyên jinan û medyaya civakî dengê xwe bigihînin rayagiştî da ku çareyekê bo xwe peyda bikin.”

Li gorî rapiriya Tora Parastina Jinê ku li 23 bajaran bi 500 jinan re hatiye axivîn ji sedî 74ê jinan di wê baweriyê de ne ku dema biçin qereqolê wê nikaribe piştevaniyê ji hêzên emnî werbigire. Dîsa ji wan 500 jinan ji sedî 19 jê dibêjin em ê bi telefonê li asayîşê bigerin, ji sedî 18 jî dibêjin em ê li rêxsitinên jinan bigerin. Ji sedî 88ê jinan saetên di navbeyna 9ê êvarî û 6ê sibê de bi ewle nabînin û ji sedî 90ê jinên beşdarî rapirsînê bûnê diyar dikin tûndûtûjiya li dijî jinê zêdetiri di nava malbat û xizman de pêk tê.