HDP bang li welatiyan dike ku beşdarî meşa ji bo Ocalan bibin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û partî û rêxistinên hevgirtiyên HDPê li Diyarbekir û Wanê dê ji bo ku bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin dest pê bikin, dê bimeşin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û partî û rêxistinên hevgirtiyên HDPê li Diyarbekir û Wanê dê ji bo ku bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin dest pê bikin, dê bimeşin.

Li Diyarbekirê Parlementera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, hevserokên HDPê yên rêxistinên Diyarbekirê, endam û rêveberên KCD, TJA û sazî û komeleyên nêzîkî HDPê li nava sûkê geriyan û serdana dikandaran kirin û ji bo meşa 11ê Berfanbarê bang li welatiyan kirin.

Di destpêka çalakiyê de hêzên asayîşê rêgirî li girseyê kir, lê belê piştî guftûgoyan girse di bin dorpêça polîsan de li Kuçeyên Yaşar Kemal, Gewran û Kuçeya Hunerê geriyan û welatî vexwendin meşê.

Siyasetmedarên HDP û DBPê bang li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dikin ku dawî li goşegîriya li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bînin û rê bidin ku parêz û malbata Ocalan pê re hevdîtinan bikin.