Duyemîn xwepêşander li Îranê hat bidarvekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilata Dadweriyê ya Îranê biryara bidarvekirina xwepêşanderekî vê dawiyê da û îro danê sibe ev biryar hat cibicîkirin.

Li gorî nûçeya ajansa “Mîzan” a ser bi Desthlilata Dadweriyê ya Îranê, Mecîdreza Rehneward îro sibeha Duşemê 12/12/2022an li bajarê Meşhedê bi tohmeta “dijayetiya hikûmeta îslamî” hat bidarvekirin.

Wê ajansê diyar kir jî, Cezayê bidarvekirinê roja 29ê Mijdara borî piştî ku Mecîdreza “du karmendên hêzên ewlehiyê li bakurê rojhilatê Îranê kuştin û 4 kesên din jî birîndar kirin” hatiye dayîn.

Ev duyemîn cezayê bidarvekirina xwepêşanderekî vê dawiyî ya Îranê ye ku roja 8ê Berfanbarê jî Muhsin Şikarî bi tometa “dijayetiya hikûmeta Îslamî” hatibû bidarvekirin.

Nêzîkî mehan e xwepêşandan li dijî kuştina keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û nava Îranê berdewam in, piraniya xwepêşandan û grevan jî rastî destêwerdan û tundûtûjiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên. 

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê dibêjin, di xwepêşandanên vê dawiyê yên Îranê de herî kêm 458 kes hatine kuştin û zêdetirî 18 hezar kes jî hatine girtin.

Di rojên borî de jî, rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan çendîn caran rêjîma Îslamî ya Îranê ji bidarvekirina xwepêşanderan hişyar kirine.