Mesrûr Barzanî ligel Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Villa Variola civiyan û behsa pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de kirin.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 13ê berfanbarê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Villa Variola kir.

Di hevdîtinê de ku Berpirsê nû yê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê tê de amade bû, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûna wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mijara sereke ya civînê, pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê de bû, bi taybetî piştgirîkirina çaksaziyên Kabîneya Nehemîn di warê pirrengiya aborî, piştevaniya sektora çandiniyê û dîtina bazarên derve û hinadekirina berhemên navxwe yên Kurdistanê bo bazarên Ewrop. Her wiha behsa girîngiya çaksaziya sîstema Banka Kurdistanê û derfetên hevkarîkirina Yekîtiya Ewropayê di vî warî de hat gotûbêjkirin.

Di beşeke din a gotûbêjên civînê de, çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser binemaya destûrê hate gotbêjkirin.

Di vê derbarê de Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan dubare kir û destnîşan kir ku terxankirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di bûdceya federalî ya sala 2023an de bi awayekî dadperwerane û li gorî hejmara xelkê Herêmê û li ser bingeha destûrê, dikare bibe destpêkeke baş ji bo çareserkirina rîşeyî ya hemû pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta  Federal de.