Hikûmeta Iraqê li ser şandina 200 milyar dînarên Herêma Kurdistanê biryar da

Encûmena Wezîran a Iraqê li ser şandina 200 milyar Dînar ji bo mehên 11 û 12 yên sala 2022yan bo Herêma Kurdistanê biryar da.

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Iraqê li ser şandina 200 milyar Dînar ji bo mehên 11 û 12 yên sala 2022yan bo Herêma Kurdistanê biryar da.

Piştî hewldanên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo şandina pişka Herêma Kurdistanê ya ji budceya giştî ya hikûmeta federal, îro Sêşemê 13ê Berfanbara 2022yan, Encûmena Wezîran a Iraqê li ser şandina 200 milyar Dînar ji bo mehên 11 û 12 yên sala 2022yan bo Herêma Kurdistanê, biryar da.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di pêwendiyê de bû ji bo şandina 200 milyar dînarên Herêma Kurdistanê û Sûdanî rizamendî nîşan daye ku ew pişka Herêmê were şandin.

Jêderekî ji Encûmena Wezîran a Iraqê ji Kurdistan24ê re ragihand, îro di civîna Encûmena Wezîran de Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên pêşniyar kiriye ku 200 milyar dînar ji bo mehên 11 û 12 were şandin, Serokwezîrê Iraqê jî ev yek xistiye dengdanê û bi piraniya dengan hatiye pesendkirin.

Herwiha eşkere kir, ji 23 wezîrên kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî, tenê du wezîran dengê xwe di berjewendiya şandina 200 milyar dînarên Herêma Kurdistanê de nedane.